Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê eşkere kir ku di sala 2016ê de her roj 15 zarokên ji 5 saliyê biçûktir mirine. Ji sedî 46ê zarokên mirîn(7 hezar zorok) ji beriya bibin 28 rojî mirine.
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser mirina zarokan. Di sala 2000ê de hejmara zarokên mirîn 9,9 milyon kes bûn. Di sala 2016ê de ev hejmar kêm bûye û bûye 5,6 milyon kes.
Bixwîne - UNICEF: Li Iraqê di sê salan de 1075 zarok hatine kuştin
Rêjeya mirina zarokên nûbûyîn ji sedî 41ê bûye ji sedî 46.
Serokê Beşa Saxlemiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Stefan Swartling Petersonî eşkere kir ku ji sala 2000ê heta niho 50 milyon zarok hatine xelaskirin lê ev hejmar kêm e.
Bixwîne - UNICEF: Di sala 2016ê de li Sûriyeyê ya kêm 652 zarok mirine
Ji bilî 5,6 milyon zarokên mirîn ên ji 5 saliyê biçûktir, 2,5 milyon zarokên ji 5 saliyê mezintir jî mirine. Piraniya zarokên mirîn dikarîn bêne xelaskirin.
Di sala 2016ê de nêzîkî milyonek zarokên di emrê 5-14 saliyê de mirine. (YY/MB)