Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Gumuşhaneyê, Serokê Rûmetdar yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Ertûgrûl Kurkçû û rojnameya Yenî Yaşamê jî di nav de biryara astengkirina hesabên Xê yên 82 siyasetmedarên Kurd û rojnamegeran da.
Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" siyasetmedarên kurd, rojname û rojnamevan jî di nav de gelek hesabên X'ê hatin astengkirin.
Biryar bi hêceta “parastina pergala giştî û ewlehiya netewî” hatiye dayîn û hate îdiakirin ku wan hesaban “propagandaya rêxistinê” kirine.
Her weha di biryarê de hatiye gotin ku “di hemû naverokan de weşanên ji bo rêxistinê hatine parvekirin ku ev tespît bûye”
Di nav hesabên hatin astengkirin de hesabê Rojnameya Yenî Yaşamê û Serokê Rûmetdar yê HDPê û Sekreterê Giştî yê Weqfa Ragihandinê ya IPSê Ertûgrûl Kurkçu, rojnamevan Denîz Tekîn, Oznûr Deger, Berçem Mordenîz û Amberîn Zamanê jî hene.
Her weha hesabê siyasetmedara Alman a bi eslê xwe Kurd Cansu Ozdemîr ku Seroka Koma Meclîsê ya Partiya Çep a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ye jî hate astengkirin.
(NK/AY)