Li Tirkiyeyê û herêmê polîtîkaya sansûrkirin û astengkirina hesabên platformên medya civakî berdewam dike.
Serokatiya Ewlehiyê ya Sîberê hesabê Xê yê Rojnameya Yenî Yaşamê carek din li Tirkiyeyê asteng kir. Rêveberiya Rojnameyê ragihand ku cara 10emîn e ku hesabê wan ê Xê tê astengkirin.
Rojnameyê herî dawî li ser hesabê; https://x.com/yeniyasamnews5 parvekirinan dikir. Rojname ji niha şûn ve dê li ser navnîşana https://x.com/yeniyasamnews6 parvekirina bike.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku hesabê Rojnameya Yenî Yaşamê hatiye astengkirin û xwest ku her kes li dijî sansurê hesabê nû yê Yenî Yaşamê bişopîne.

