Hesabê fermî ê Xê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) (@tipgenelmerkez), di çarçoveya xala 8/A ya Qanûna Înternetê ya bi hejmar 5651an de hate astengkirin.
Komeleya Azadiya Derbirînê (İFOD) agahiya biryara sansûrê ragihand. Platforma Xê heta niha biryar cîbicî nekiriye û hesab li Tirkiyeyê hîn aktîf e.
Her weha hê nayê zanîn bê ka biryar ji aliyê kîjan dadgehê ango meqamî ve hatiye dayîn.
Xala 8/A ya Qanûna Înternetê ya bi hejmar 5651an, rê dide ku naverokên înternetê bên rakirin ango astengkirin; ev yek jî bi sedema parastina mafê jiyanê, ewlehiya can û malê welatiyan, ewlehiya neteweyî, nizamê giştî, tenduristiya giştî ango ji bo pêşîgirtina li ber sûcan tê kirin.
582 hezar şopînerên TÎPê li ser Xê hene.
(HA/AY)
