Hesabê Xê yê JinNewsê li Tirkiyeyê hat astengkirin.

Hesabê kurdî yê JINNEWSê yê Xê hat astengkirin
Li Tirkiyeyê hesabê Xê yê JinNewsê ku bi navnîşana @JinnewsTrk tê bikaranîn, hate astengkirin.
Di peyama agahdarkirinê ya ji bo astengkirina hesab de weha hatiye gotin, “Hesabê we di encama daxwazeke qanûnî de li TRyê hat astengkirin."
Biryarên astengkirinê
Di meha Îlon û Cotmehê de bi dehan malper, naverok û hesabên rojnamegeran hatin astengkirin. Di mehên navborî de bianetê jî di nav de biryara astengkirina hesabên saziyên wekî T24, Kısa Dalga, Evrensel, soL Haber, Ajansa Mezopotamyayê, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), İFOD, EngelliWeb, Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP), Akademîsyenên Aşitiyê, Weqfa Ali İsmail Korkmaz, UMUT-SEN, Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, Kaos GL, SPoD, Pembe Hayat, UniKuir, 17 Mayıs, Lambdaistanbul, Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî û Velveleyê hatibûn dayîn.

Dadgehê biryara astengkirina hesabê Xê ê bianetê da
Her weha biryara astengkirina hesabên rojnameger Hikmet Adal, Tugçe Yılmaz, İrfan Değirmenci, Şirin Payzın, Burak Acerakis,Erdal Sağlam, Dinçer Gokçe, Sarya Toprak, Esra Tokat, Onur Dalar, Furkan Karabay, Bahadır Özgür û Yaman Akdeniz jî hat girtin.
(AY)





