Hesabê Xê (bi navê berê Twitter) ê namzetê serokkomariyê yê CHPê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglû, li Tirkiyeyê bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û pergala giştî" hate astengkirin.
Her weha li ser hesabê Xê 9.7 milyon şopînerê Ekrem Îmamoglû hene,
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di şeva navbera 8 û 9ê Gulanê de biryara astengkirinê hatiye pêkanîn.
Diyar bûye ku hesab li derdora saet 02:00an hatiye astengkirin. Welatiyan bi rêya Xê bertek nîşanî biryarê dan.
(TY/AY)
