Hesabê Xê ê Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin.
Platforma medyaya civakî ya Xê e-postayeke şandiye û diyar kiriye ku hesabê ajansê li ser giliyê “Serokatiya Ewlekariyê ya Sîber” ku serbi Serokkomariyê ye hatiye astengkirin.

Malpera MAyê cara 44emîn hat astengkirin
Her weha biryar li gorî Xala 8/A ya Qanûna Înternetê ya bi hejmar 5651an hatiye dayîn.
Platforma Xê ji bo astengkirina hesabê @mezopotamyatrk3 maîlek şandiye û weha gotiye:
“Em vê e-postayê ji bo wê yekê dişînin ku ji ber biryareke ku li gorî xala 8/A ya Qanûna hejmar 5651an hatiye dayîn û ji aliyê Serokatiya Ewlekariyê ya Sîber ve ji Xê re hatiye ragihandin, derbarê hesabê we ê Xê ê bi navê @mezopotamyatrk3 de agahdariyek gihîştiye me. Hesabê ku hatiye îxbarkirin: @mezopotamyatrk3. Ji bo ku em berpirsiyariyên xwe yên ku ji qanûnên herêmî yên Tirkiyeyê çêdibin cîbicî bikin, hesabê we li Tirkiyeyê hat astengkirin. Lebelê li welatên din asteng nebûye.”
Ajansa Mezopotamyayê (MA), piştî astengkirina hesabê xwe yê berê, yê nû ê Xê ragihand. Ajans dê nûçe û naverokên xwe êdî li ser navnîşana @mezopotamyatrk4 ê parve bike.
(HA/AY)






