Fotografê manşetê: Medyaya civakî
Şirketa Lêkolînê ya Rawestê, bi hevkariya Weqfa Tahîr Elçi û Sazîya Friedrich Ebert Stiftungê raporeke berfireh ya bi navê "Têgihiştina Kurdan ya Derbarê Mafên Mirovan de" amade kiriye. Ev lêkolîna ji aliyê Şirketa Rawestê ve hatiye kirin, li Amedê bi civînekê hate pêşkêşkirin.
Lêkolîna Rawestê li bajarên Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê û li bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Stenbolê, bi temamî li heşt bajaran hatiye birêvebirin. Di çarçoveya lêkolînê de hevdîtina rûbirû li gel hezar û 363 kesan hatiye kirin.
Têgihiştina kurdan ya derbarê gelek babetan yên wekî edalet, azadiya xweîfadekirin û baweriyê, mafên jin û zarokan, koçberî û penaberî û pêbaweriya saziyan di vê raporê de derdikevine holê. Li ser van naverok û encamên vê raporê, Rêvebirê giştî yê Rawestê, Roj Girasunî bersiva pirsên bianetê da.
*Rêvebirê Rawestê Roj Gîrasûn
"Mafên herî girîng mafê jiyanê ye"
Li gorî beşdarên anketê ji bo kurdan maneya têgeha mafê mirovan çi ye? Mafê herî giring ku divê bê parastin çi ye û herî zêde kîjan maf tên binpêkirin?
Têgeha mafên mirovan ji bo kurdan, tê maneyên mafên bingehîn yên mirovan, aramî û bikaranîna yeksan a ji çavkaniyên giştî. Ev têgeh bi taybet teqabûlî jiyaneke yeksan û adil dike, ku çavkaniyên giştî bandoreke erênî li ser jiyana kurdan bike. Her wiha ji bo beşdarên lêkolînê, mafên herî girîng û pêşîn, mafê jiyanê, azadiya xweîfadekirinê û mafên jinan in. Mafê perwerdeyê jî wekî yek ji mafekî girîng derdikeve pêş.
Ji aliyê din ve, li gorî beşdarên anketê, komên ku herî zêde mafên wan tên binpêkirin, jin, kurd, û zarok in. Ji her 5 beşdaran, 4 ji wan wisa hizir dikin ku li Tirkiyeyê mafên mirovan tên binpêkirin. Dîsa li gorî daneyan mafên azadiya xweîfadekirinê, mafê jiyanê, mafên jinan û mafê perwerdeyê tên binpêkirin.
Lêkolîna Rawestê wisa destnîşan dike ku mafên jinan bêtir tên binpêkirin. Sebebên vê yekê ji nasnameya wan ya jinbûnê ye yan ya kurdbûnê ye?
Li gorî beşdarên anketê, sebebên neheqiya li ser jinan ji ber nasnameya wan ya netewî, zayend, statûya wan ya sosyo-aborî û baweriyê ye. Yanî, em dikarin bibêjin, nisbet bi mêran, jin hem ji ber nasnameya xwe ya zayendî hem jî ji ber nasnameya xwe ya netewî, kurdbûnê, rastî cûdakariyê tên. Cûdakariya li ser jinan pir-tebeqeyî ye.
"Li Kurdistanê perwerde, li metropolan ewlehî"
Li gorî anketê beşdarên li bajarên Kurdistanê bêtir giringiyê didin mafê jiyanê, azadiya xweîfadekirinê, mafên jinan û mafê perwerdehiyê. Gelo em dikarin vê yekê ji bo kurdên li metropolên Tirkiyeyê jî bibêjin?
Kurdên li herêmê nisbet bi kurdên li metropolên Tirkiyeyê zêdetir girîngiyê didin azadiya xweîfadekirin û mafê perwerdeyê. Di nav kurdên li bajarên kurdnişîn azadiya xweîfadekirinê û mafê perwerdeyê, di nav kurdên li metropolan de jî ewlehiya jiyanê derdikeve pêş. Nisbet bi kurdên li bajarên kurdnişîn, daxwaz û arezûya ewlehiya jiyanê ya kurdên li metropolan, wekî encamên endîşeya cûdakar ya li metropolan û binpêkirina zêde ya mafê azadiya xweîfadekirinê dikarin bên xwendin. Kurdên li metropolan, nisbet bi kurdên li bajarên kurdnişîn zêdetir hizir dikin ku rewşa mafên mirovan ber bi xirabiyê ve diçe. Her ku hejmara nifûsa gencan zêde dibe û asta perwerdeyê bilindtir dibe, hişyariya derbarê mafên mirovan de zêdetir dibe.
"Rewşa îro ji ya salên 90î îro xirabtir e"
Gelo rewşa îro ya mafên mirovan me ber bi salên 1990î ve dibe yan ne?
Beşdarên ku temenê wan 30î zêdetir, fikir dikin ku îro û salên 1990î ji aliyê qîmeta mafên mirovan ya li Tirkiyê ve dişibin hev. Yanî em dikarin bibêjin ku rewşa îro ya mafên mirovan ji ya salên 90î xirabtir dibe. Salên 90î, rêjeya qîmeta mafê mirovan ji 10an 3.94 bû, îro ev rêje daketiye ji 10an 3.84an.
Beşdarên lêkolînê bi çi rengî li mafê zimanê zikmakî dinêrin?
Yek ji babetên girîng yên vê lêkolînê bêguman perwerdeya zimanê zikmakî ye. Beşdarên anketê mehrûmiyeta ji perwerdeya zimanê zikmanî wekî binpêkirina mafekî dinirxînin. Hejmareka gelekî kêm (%10an kêmtir) jî mehrûmiyeta ji perwerdeya zimanê zikamakî wekî binpêkirina mafekî nanirxînin. Zorîneya beşdarên anketê derbarê çawaniya perwerdeya zimanê zikmakî de ji bo zarokên kurdan sîstema perwerdeya duzimanî tercîh dikin. Beşdarên anketê %10 bi tenê kurdî, %8 bi tenê tirkî, %82 jî hem kurdî hem jî tirkî dixwazin.
Yek ji pirsên we, mijara saziyên pêbaweriyê ne. Encamên çawa derketine holê?
Di çarçoveya lêkolîna me de me ji beşdaran pêbaweriya wan ya derbarê saziyan de pirsyar kir. Beşdarên me derbarê yasa û qanûnan de pêzanîn hene, lê derbarê rêziknameyên nevdewletî de agahiyên wan nîn in.
Pêbaweriya beşdaran ya derbarê saziyên mafên mirovan de daneyên ecêb pêşkêşî me dike. Beşdar di serî de herî zêde baweriya xwe bi baroyan û saziyên sivîl tînin. Di qada navdewletî de jî beşdar Neteweyên Yekbûyî û saziyên Yekitiya Ewrûpayê ji bo beşdaran pêbawer in. Daneyên lêkolînê wisa destnîşan dikin ku pêbaweriya beşdaran herî kêm ji bo Serokkamar [ê Tikiyeyê] û Meclisê heye. Pêbaweriya bo saziyan jî li gorî tercîhên beşdaran yên partiyên siyasî bi awayekî eşkere diguherin. (RY/FD)