Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanîyî di peyama ji bo koça dawiyê ya Celal Telebanîyî de diyar kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê bi hefteyekê şîn hatiye îlankirin.
Bixwîne - Celal Talabanî koça dawî kir
Mesûd Barzanîyî da zanîn destkeftiyên Herêma Kurdistanê digel Celal Telebanîyî hatine bidesxistin.
Celal Telebanî kî ye?
Di sala 1933yê de li gundê Kelkanê yê nêzîkî Hewlêrê ji dayik bûye.
Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.
Pêşiyê di nava Komîteya Navendî ya PDKyê de cî girt. Demekê weke rojnamevanan kar kir. Piştî şoreşa 1958ê di artêşa Iraqê de rêveberiya yekîtiya tangan kir. Di sala 1961yê de beşdarî nava refên serhildêrên Kurdan kir.
ji 1976ê, dema avakirina wê heta roja îro serokê YNKyê bû.
Di navbera salên 2005 û 2014yê de serokomariya Iraqê kiriye.(HK/MB)