Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wêne: Arşîv/AA
Rêberê dînî yê Şi’îyên li Iraqê, Ayetûllah Sîstanîyî daxuyand ku divê Herêma Kurdistana Iraqê bi Bexdayê re dest bi mûzakerekirinê bike, li ser vê daxuyaniyê herêmê eşkere kiriye ew ji bo mûzakerekirinê amade ye.
Li malpera fermî ya Herêma Kurdistanê hatiye eşkerekirin hemî aliyên sîyasî ji daxuyaniya Sîstanîyî memnûn in.
“Rêyên çareseriya kêşeyên Bexda û Hewlêrê hatine sekinandin, dîyalog ji bo çareserkirina kêşeyên Bexda û Hewlêrê tekane rê ye.”
Şertê Iraqê
Hikûmeta Navendî ya Iraqê eşkere kiriye bi şertê ku Herêma Kurdistana Iraqê encamên referandûmê betal bike ew dikare pê re dest bi mûzakereyan bike. Şertê wan ê ji bo mûzakereyê betalkirina encama raferandûmê ye.(YY/MB)