Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li welatên pêş dikevin, her sal nêzîkê 2 mîlyon pitik dimirin. Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dibe Covîd-19 bibe sedem ku hejmara mirina pitikan zêde bibe.
Ji ber Covîd-19ê di xizmetên tendûrîstiyê de sedî 50 qutbûn çêbûye. Ev jî dibe sedem ku li welatê bipêşdikevin de mirina pitikan zû bibe. Hatiye gotin ku, dibe li 117 welatan 200 hezar pitik bimirin.
Henrietta Fore, Dîrektora UNICEFê gotiye, “Her 16 saniyan carekê li dereke dinyayê, dayikek hest bi êşa mirina pitika xwe."
WHOyê di rapora xwe de diyar kiriye ku, heger jin ji xebatkarên tenduristiyê yên perwerdekirî alîkariyê bistînin, mirina pitikan dê ji sedî 40î zêdetir kêm bibe.
Hatiye diyarkirin ki li ser rûyê dinyayê hema hema nîvê mirina pitikên nûbûyî li Afrîkaya Bin Sahrayê û Asyaya Navîn di dema jidayikbûnê de tê meydanê. Ev hejmar li Ewropa, Amerîkaya Bakûr, Awûstiralya û Zelendaya Nû li dora sedî 6an e. Li ser rûyê dinyayê mirina pitikên nûbûyî ji 4an 3ê li Afrîkaya Bin Sahrayê û Asyaya Navîn çê dibe.
Her wiha hatiye tekez kirin ku li welatên pêşkeftî di nav kêmarên etnîkî de rêjeyên mezin ên mirina pitikên nûbûyî têne dîtin. (AO/AY/FD)