Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh (26ê Îlonê) li Enqereyê Konfereransa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk li dar xistiye. Ahmet Türk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê, yê qeyûm li şûna wî tayîn kiribûn, Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê û hevşaredarên hatine hilbijartin beşdarî konferansê bûne.
Ahmet Turkî di axavtina xwe de wiha gotiye: “Em di encama têkoşîneke dirêj de îro li vir in. Ji 90î û vir ve polîtîkayên zext û zorê, çewisandin û qirkirina siyasî didomin. Digel hemû polîtîkayên çewisandine, digel hemû bedelên giran ên hatine dayîn, em bûne partiyeke siyasî ya hêviyan gelên me û em bawer dikin, em xwediyê kadroyeyeke wisa ne ku wê di siberojê de bibe mîmarê siyaseta demokratîk.”
Turkî derbarê tayînkirina kayûman a li ser şaredariyên HDPyê de jî wiha axiviye: “Armancên wan ne birêveberina şaredariyan e, dixwazin îpotekê deynin ser îradeya gel û me biçewisînin.”
Turk: Muxatab gelê me û hemû aktorên têkoşînê ne
Turkî derbarê nîqaşên li ser muxatabên çareseriya pirsgirêka kurdan de jî axiviye û gotiye ku “Dem dem nîqaşên muxatabiyê çêdibin. Kî ye muxatab? Muxatab gelê me û ew hemû aktor in ku têkoşîna gelê me dikin. Bi vî şiklî em vê nîqaşê bidawî dikin.”
Paşê Mîthat Sancar di axavtina xwe de behsa çareseriya pirsgirêka kurdan kiriye û wiha destnîşan kiriye:
“Em talibê çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ne. Bêyî HDPyê, ne mimkun e demokrasî, aştî, wekhevî, azadiyê bînin vî welatî. Dema kanalên guftûgoyan bicih bûn, diyalog daimî bû, şika me nîne ku em ê bikaribin ji hemû gelên Tirkiyeyê re behsa vî tiştî bikin.
“Em xwedî wan kadro, wê bawerî û înadê ne ku di serî de çareseriya demokratîk û aştî ya di pirsgirêka kurdan de hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. Ji ber wê ye em dixwazin siberojê bi hev re ava bikin. Em dixwazin ronahî û siberoja azad bi hev re bînin Tirkiyeyê. Em dibêjin demokrasî, bi ileh demokrasî, em dibêjin aştî ileh aştî û em dibêjin wekhevî ileh wekhevî.” (DŞ/FD)