Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî tê 7 kes piştî binçavkirina bi rojan hatin girtin.
Di serdegirtinên ku 23ê Çileyê de li Stenbol û Rihayê pêk hatin de Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir jî tê de 7 kes hatibûn binçavkirin. Rojek piştî wan operasyonan qaymeqamê navçeyê Ulaş Ayhan weke qayûm li Şaredariya Bazîdê hatibû tayînkirin.
Li gorî nûçeya ANFê dozger piştî îfadeya 7 kesan hilda bi îdiya ‘propagandaya rêxistinê kirine û alîkarî dane ji rêxistinê re’ wan sewqî dadgehê kir û xwest ku ew werin girtin.
Hevşaredarên Bazîdê Murat Rohat Ozbay û Delal Tekdemir, Alîkarê Hevşaredarên Bazîdê Bulent Erişik, endamên meclisa Şaredariya Bazîdê Mustafa Ergul, Z. Abidin Kizilay, Halime Keskin û Bora Çoktin hatin girtin.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî derkete 81an.
(BK/YO)