Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê li Norwêcê ye û binpêkirinên mafan ên li Iranê dişopîne ragihandiye ku di sê mehên destpêkê yên sala 2023an de herî kêm 48 girtiyên Kurd hatine darvekirin.
Diyar bûye ku li gorî heman qonaxa sala par ev hejmar ji sedî 270 zêde bûye.
Li gorî daneyên Hengawê ji kesên ku hatine darvekirin 3 ji wan siyasî , 16 bi tohmeta kuştinê, 27 kes bi tometa madeyên hişber û 2 kes jî bi tawanên diziyê di girtîgehê de bûne.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku piştî kuştina Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqî ve, hikûmeta Tehranê rêjeya darvekirina welatiyên Kurd zêde kiriye.
(NT/AY)