Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê duh rapora xwe ya meha Cotmehê weşand.
Rêxistinê di raporê de da zanîn ku cezayê bidarvekirinê li 2 girtiyên Kurd hatiye birîn û li 21 kesan jî bi giştî 67 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 10 sal cezayê taloqkirî yê girtîgehê hatiye birîn. Her wiha ji bo kesekî ji wan cezayê 31 qamçiyan jî hat dayîn.

HENGAW: Îranê di meha Îlonê de herî kêm 68 kes darve kirine
Ev amar dema ku Îran ji ber çewisandina xwînî ya xwenîşandanên li dijî hikûmetê yên ku Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn, bi zexteke mezin a civaka navneteweyî re rû bi rû ye.
Mîsyona lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya meha Îlonê de diyar kiribû ku rayedarên Îranê komkujî, desteserkirinên bêsedem û şkence pêk anîne û hinek binpêkirin dikevin çarçoveya tawanên li dijî mirovahiyê.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî her wiha bal kişand ser zêdebûna zextên li ser kêmneteweyan û bi taybetî Kurd û Belûçan.

HRANA: Îranê di meha Hezîranê de 127 kes darve kirin
8 jin û 6 zarok hatin desteserkirin
Li gorî agahiyên Hengawê, di nav 64 Kurdên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin de 8 jin û 6 zarok hene.
Hejmara herî zêde ya desteserkirinê bi 27 kesan li bajarê Sineyê û bi 25 kesan li bajarê Urmiyeyê hat tomarkirin.
Li bajarê Îlamê 8 kes û li Kirmaşanê 2 kes hatin desteserkirin, li Tehran û bajarê Xorasana Bakur jî kesek hat desteserkirin.

Li Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes hatine darve kirin
Li gorî raporên Hengawê, rayedarên Îranê di meha Cotmehê de li seranserê welêt herî kêm 85 girtî darve kirine ku ev rêje li gorî meha Îlonê bi rêjeya ji sedî 25an zêdebûnekê nîşan dide.
Ji 124 bûyerên desteserkirinê yên li seranserê welêt, 64 kes ji wan Kurd bûn.
Hengawê ragihand ku ji 5 girtiyên Kurd ên hatine bidarvekirin 2 kes bi tohmetên pêwendîdarî madeyên hişbir û 3 kes jî bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatine mehkûmkirin.
Cezayê bidarvekirinê yê Werîşe Mûradiyê
Di nav kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn de girtiya siyasî ya Kurd a ji bajarê Sineyê Werîşe Mûradî jî heye.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryara berê betal kir, Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê di nîvê meha Çiriya Pêşîn de careke din cezayê bidarvekirinê li Mûradiyê birî.
Mûradî bi tohmeta "endamtiya komeke serhildêr a bi çek" hat mehkûmkirin.
Êrişên li ser kolberan û kuştina jinan
Hengawê her wiha ragihand ku li nêzîkî bajarê Baneyê pasdarên sînor ên Îranê gule li kolberê Kurd Elî Meşhûrî reşandin û ew birîndar kir.
Kolber ew xebatkarên sînor in ku ji bo debara xwe li ser xetên çiyayî yên Rojhilatê Kurdistanê kel û pelan vediguhêzin.
Rêxistinê di meha Cotmehê de kuştina 4 jinên Kurd jî belge kir ku yek ji wan bi hinceta "namûsê" hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Îranê her roj 6 kes tên darvekirin
Di raporteke din a Hengawê ya li ser mafên jinan de hat destnîşankirin ku di heman mehê de li seranserê Îranê herî kêm 23 jin hatine kuştin, 16 çalakvanên jin hatine desteserkirin û herî kêm 8 ji wan Kurd bûn.
Hengawê meha Îlonê ragihandibû ku 5 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin, 70 kes hatine desteserkirin û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 13 kesan hatiye birîn.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) jî di raporeke din a vê hefteyê de diyar kir ku di meha Cotmehê de herî kêm 2 bidarvekirin, 44 desteserkirin û girtin rû dane û cezayê bidarvekirin an girtîgehê li 5 kesan hatiye birîn.

Îran: Di nav 5 mehan de bi tohmetên siyasî herî kêm 59 kes hatin darvekirin
Di sala 2025an de herî kêm 48 jin hatin darvekirin
Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (Iran Human Rights- IHR) û platforma Li Dijî Cezayên Darvekirinê Em Tev bi Hevre ne (Ensemble contre la peine de mort) têkildarî darvekirinên li Îranê raporeke hevpar weşandibûn.
Li gorî raporê di sala 2025an de hejmara darvekirinan li gorî sala berê wî ji sedî 68 zêde bûye û gihîştiye 1639 kesan.
Her weha li gorî vê hejmarê rojane herî kêm 4 kes hatine darvekirin. Ji sala 1989an û vir ve cara yekem ewqas kes tên darvekirin.
Li gorî heman raporê di sala 2025an de 48 jin hatine darvekirin ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.
*Çavkanî: Rûdaw, HENGAW, KHRN
(AY)








