Endamekî HTŞê yê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê di 17ê Kanûnê de şervaneke YPJê dikuje û piştre keziya wê yê hûnandî jê dike. Dîmenê wê hovîtiyê jî parve kiribû.
Piştî vê yekê li ser platformên medyaya civakî li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê kampanyayek hûnandina keziyan hate destpêkirin. Bi milyonan jin tev li kampanyayê bibû û keziyên xwe hûnandibûn.
Li Kocaeliyê hemşîreya bi navê Î.A. jî tev li kampanyaya hûnandina keziyan bû. Piştî ev hemşîre dîmenê wê li ser medyeya civakî hat belavkirin, ji hêla faşîştan ve hedef hat nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê derbarê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hat hînbûb ku hemşire Î.A li Stenbolê hatiye desteserkiri ew birine Rêvebiriya Emniyetê a Stenbolê.
(AY)

