Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Çekmekoya Stenbolê helîkoptereka leşkerî ya bi cûreyê UH-1ê ketiye û çar leşkerên tê de bûn mirine.
26ê Çiriya paşiyê li heman derê heman cûreyê helîkopteran ketibû û pênc leşker miribûn. Di du meh û nîvan de du helîkopterên ji heman cûreyî li hemn derê ketine.
Navê leşkeran
Navê leşkerên mirîn ev in: Ümit Özer, Semih Özcan, İlyas Kaya, Yakup Avşar.
Hat eşkerekirin ku ji bo ceribandinê helîkopter dihat firandin. Di helîkopterê de teknîsyen û du pîlot hebûne.
Di bûyerê de zerer li kesên sivîl ên li derdorê nebûye.
Qedexeya weşanê
Walîtî û serdozgeriyê diyar kiriye ku ne zelal e ka ji ber çi helîkopter ketiye. Serdozgeriya Anadoluyê ya Komarê biryar daye ku hemî nûçe û hevpeyvînên li ser bûyerê qedexe ne.
(EKN/MB)