Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeya Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Ozturk koça dawî kir.
Fadıl Ozturk hem bi helbestên xwe û hem jî bi helwesta xwe ya polîtîk di edebiyata Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng bû. Demek dirêj bû ji ber pençeşêra pişikê dihat dermankirin.
Nexweşiya Ozturk di 5ê Mijdara 2024an de hatibû tespîtkirin û di meha Kanûna Pêşiyê de dermankirina wî dest pê kiribû. Demek berê biribûn beşa lênêrîna giran. Ligel hemû hewldanan, di şeva 1ê Gulana 2025an de çû ser dilovaniya xwe.
Bernameya Cenazeyê
Ji bo Fadil Ozturk îro (2 Gulanê) saet di 13:00an de li Cemxaneya Balçovaya Îzmîrê merasîmek tê lidarxistin. Piştre jî wê li gundê Gazîler a Bayindira Îzmîrê bê definkirin.

Nivîskarê Arti Gerçekê ji ber nivîsên wî hat desteserkirin
10 sal di girtîgehê de, 40 sal berxwedan û helbest
Fadil Ozturk piştî di darbeya 12ê Îlonê de hate girtin û 10 sal li girtîgehên cûda yên Tirkiyeyê ma. Di girtîgehê de dosyeya helbestan a bi navê "Avê şiyar bike, bila bibe dengê min(Suyu Uyandırın Sesim Olsun)" amade kir û bi dosyeyê Xelata Helbestê ya Enver Gokçe wergirt, ku wî di girtîgehê de amade kiribû. Ew bi qanûna efûyê ya ku di sala 1991an de derket, serbest hat berdan.
Ozturk piştî ji girtîgehê derket, berhemdariya xwe ya di warê wêjeyî û siyasetê de domand û di Piya Kolektîfê de cih girt. Helbest û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyan de hat weşandin. Di sala 2018an de ji ber nivîsên wî yên di rojnameya Artı Gerçekê de hatibû desteserkirin û salek û 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê cezayê wî 5 salan hatibû taloqkirin.
(EMK/AY)
