Pirtûka helbestvan û nivîskarê Kurd M. Çiya Maziyî ya herî dawî bi navê “Baranên Çilesrî” ji hêla Weşanên Berbangê ve hat weşandin. M. Çiya Maziyî di pirtûka xwe ya nû de cî daye 71 helbest û çarînên ku di deh salên dawiyê de nivîsandine.
M. Çiya Mazî ku heta niha ji bilî çîrok, zargotin û gotaran, gelek helbest jî nivîsandine û çap kirine, di vê berhema xwe ya dawiyê de hest û ramanên xwe yên li ser hesreta welêt û rewşa Kurdan aniye ziman.
Bûyerên di çend salên dawiyê de li derdora Kurdan, jiyan û bajarên wan qewimine xwe di helbestên M. Çiya Maziyî xwe dane der.
Beşek ji helbesteke pirtûkê...
…Li jêr û jorê axa xwe bi temî be
Û li bin hawaran binax bike tuxûbên birînkirî
Tevlî têlikên ku kurm ketine wan …
Û derabeyên qulqulî yên dikanên qaçaxê
Bila nexwiyabin kuçe û kolanên talankirî
Dilê xwe bidize ji pirêzeyan
Bipêçe bi bêhna reh û axê
Bîranînên xwe bike xişre ji rojên bê re
Li wîjdanê te jî hatine xezebê
Veşêre di şeveqên paxila xwe de
Derbarê M. Çiya Maziyî de
Çîroknûs, helbestkar û lêkolîner M. Çiya Mazî di sala 1960î de li gundê Kufragê ya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Ji sala 1993êyan û vir ve bi Kurdî dinivîsîne. Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî di rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka û kovarên weke Jiyana Rewşen, di malperên weke Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmediayê de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antalojiyan li Tirkî û Erebi hatine wergerandin.
M. Çiya Maziyî di sala 1997an de di pêşbaziya çîrokan a TUHAYDERê ya Îzmîrê de xelata yekemîn, di sala 1997an de di pêşbaziya çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li Stenbolê bi çîroka “Agir Jî Dîl Bû” xelata teşwîkê û sala 199an di pêşbaziya NÇMyê de bi çîroka “Mistek Jiyan Dixwazim” xelata yekemîn standiye.
Berhemên wî wiha ne:
Li gel pirtûkên Mistek Jiyan (Çîrok, 2003), Mijarên Mîqro (Çîrok, 2009), Bahol (Çîrok, 2011), Peyarêk (Çîrok, 2013), Palûte (Helbest, 2008), Mazîyî li ser gotinên pêşiyan ferhengek bi navê Ferhenga Gotinên Pêşiyan (2005, her wiha di sala 2006ê de pi tîpen Kurmanciya jêrîn li Duhokê hatiye çapkirin), Baxek ji Folkrola Kurdî-Ji Derdora Mêrdînê (2014, lêkolîn / folklor) û Ez Çûm Ku Neçûm Ku (2015, Ger û geşt, gotar) amade kiriye û çap kiriye. (FD)