Li Stenbolê welatiyê Herêma Kurdistana Iraqê Hekim Lokman, tê îdiakirin ku ji ber ku bi kurdî axiviye, kêr li dilê wî dane û ew kuştine.
Li gorî agahiyên Rûdawê, bûyer li Aksarayê qewimî. Lokman 45 salî ye û xelkê bajaroka Kelekçiya navçeya Şêxana bajarê Dihokê ye. Pismamê Lokman, Remezan Mihammed diyar kir û got, "ew bi temamî sedema pevçûnê nizanin lê Lokman rastî êrîşa 12 kesan hat."
Xizmên Lokman ji bo lêkolîna bûyerê bikin û cenazeyê bigirin hatin Stenbolê.
Derbarê kuştina Lokmanî de heta niha emniyetê û dezgehên edlî yên Tirkiyeyê ti daxuyanî nedane.
"Êrîşkar nehatine desteserkirin"
Pismamê Lokman, Ekrem Nesrullah li Duhokê ji nûçegîhanê Rûdawê Nayif Remezan re axivî û weha got:
"Ji bo sê rojan odeyek otêlê terxan dike. Ji otêlê derdikeve û saet di 01.30an de ji bo xwarinê diçe kafeteryayê. Bi kurê apê xwe re diaxive û bi pismamê xwe yê li Îngilîstanê re bi telefonê bi kurdî diaxive. Komek ji 10-12 kesan pêk tê fêm dike ku ev kurd e. Kêrê digire û l dilê wî dixin. Berî ku rakin nexweşxaneyê dimire. Ji ber ku bi kurdî diaxive ev tişt diqewime. Kom dijûnan dide, Hekim jî bi tirkî dizane, qebûl nake, bersiv dide wan. Paşê bi kêrê lê dixin. Her du kesên ku bi wî re ne jî niha desteserkirî ne. Ji êrîşkaran yek jî nehatin desteserkirin."
“Ambûlans dereng hat”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Barîn têkildarî bûyerê agahî parve kir. Barîn, ev agahî da: “Bûyer, şevê din saet derdora 23.00’yan qewimî. Duh ji Dubaiyê (Loqman û pismamên wî) hatin. Li pêşiya hotêla lê diman kafeyek heye û li wir xwarin dixwarin. Dema di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan, 4 kesên nas nedikirin her carê bi devkî ew tacîz dikirin. Piştre di navbera wan de rageşiyeke biçûk çêbû û ji kafeyê çûn. Piştre jî ew koma pê re ketibûn nîqaşê ji kafeyê derket. Hejmara wan (êrişkaran) dibe 10-12 kes. Em nizanin bê ka kesên piştre daxilî nîqaşê bûn kî ne û li gorî çi tevgeriyane. Li hemberî kafeyê kesek kêrê li Hakim Loqman dide. Ambulans dereng tê. Du kes (pismamên Loqman) ji bo agahî bidin diçin qereqolê. Li qereqolê rastî muameleyeke nebaş tên. Av û xwarin nedane wan. 4 caran ser û berê wan lêgerîn dikin. Em ê dîsa biçin emniyetê.”
Bakirhan bertek nîşan da
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşanî bûyerê da. Bakirhan, wiha got: "Hemwelatiyê Herêma Federe ya Kurdistanê Hakim Loqman, li kafeyeke Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî ji hêla 12 kesan ve hate qetilkirin. Ez vê bi tundî şermezar dikim. Kêra li dilê Hakim Loqman hatiye xistin, li hebûna gelê kurd hatiye xistin û hebûna gelê kurd hedef hatiye girtin. Ya ku hewayê siyasî û civakî jehrî kirî, polîtîkayên Îktîdara AKP-MHP’ê ne. Di rojên dawî de li dijî karkerên kurd, ziman, çand û stranên kurdî êrişên bi organîzeyî tên kirin û berpirsyarê vê îktîdar e. Beredayên bi rûpoşên JÎTEM’ê mîna ku biçin şer diçin lîstikeke futbolê û vê cisaretê jî ji îktîdarê digirin. Vaye vî hewayê nefretê îro dîsa bû sedema mirina kurdekî. Em îktîdarê hişyar dikin; dev ji gotin û sepanên xwe yên nîjadperest û şoven berdin û bes bi xetên sor ên civakan re bilîzin.”
Kılıç-Koçyîgît: Tundkariyê dide gurkirin
Cîgira Seroka Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç - Koçyîgîtê piştî bûyerê, bertek nîşanî kuştina Lokman da.
Kiliç-Koçyîgîtê got, "Polîtîkayên desthilatê yên li ser dijminatiya Kurdan, rasterast bûye sedema sûcên nefretê yên bi vî rengî û û bi aşkereyî Kurd kiriye hedef."
Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re daxûyanî da
Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokatiya Rahihandinê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
“Îdiaya ku dibêje H.L.T. ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin ne rast e. Armanca van angaştan provokasyon e.”
Navendê îdia kir ku Hekîm Luqman û 2 kesên pê re yên bi navên S.M.T. û B.A.K. ji ber meseleya “temaşekirina li jinan” bi 2 kesên Êlihî yên bi navên H.O. û Z.O. re pev çûne.
Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re got ku karmendê ewlehiyê yê kafeyê li Hekîm û hevalên wî xistiye û ew derxistine derve û paşê jî H.O. çûye 2 kêr li Hekîm dane.
Li gorî daxuyaniyê, Hekîm Luqman li cihê bûyerê miriye û gumanbar reviyane.
(EMK/AY)