Kolaj: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Malbatên Keskesorê ya Enqereyê (GALADER), Komeleya Malbat û Xizmên LGBTI+yan, Koma Malbatên LGBTI+yan la Antalya Akdenîzê, Koma Malbatên LBGTI+yan a Denîzliyê û Koma Malbatên LGBTI+yan a Îzmîrê, derbarê êrîşên li ser LGBTI+yan de daxuyaniyek hevbeş weşandiye.
Di daxuyaniyê de gotine ku “Zarokên me ne şaş ne jî bi tenê ne, hemwelatiyên vî welatî yên wekhev, azad û bi rûmet in.”
Malbatan di daxuyaniyan de wiha gotine:
“Em bang li wan kesan dikin ku zarokên me dikin hedef, wan weke sembola nefretê nîşan didin. Em ango dê û bav û xwişk û bira û xizm, her tim li bal zarokên xwe ne. Em hemû wekhev in, em hemû cida ne. Rengên keskesorê dewlemendiya me ne, dewlemendiya we ne jî. Ew cîhana we ya tek reng jî wê ronî bike. Werin û dest jê berdin û ji zarokên me re nebêjin ji rê derketî, terorîst, ewk. Çawa ku hûn her tim dibêjin ne tenê bibin nûnerê kesên weke we difikirin, bibin yê her kesî.”
“Em bi wan re ne”
LGBTI+yên derçûyên Zanîngeha Bogaziçiyê ne jî daxuyaniyek nivîskî weşandine û bang li her kesî kirine ku li dijî cidaxwaziyê piştgiriya dem û dezgehên LGBTI+yan bikin û ji bo jiyanê helwesta xwe diyar bikin. LGBTI+yan diyar kirine ku ew bi hemû pêkhateyên Zanîngeha Bogaziçiyê re ne.
Komeleya Mafên Mirovan a Jinan – Çareseriyên Nû jî di daxuyaniya xwe de piştgirî daye komeleyên LGBTI+yan û gotiye ku “Em li jor binêrin, li keskesorê binêrin. Mafên LGBTI+yan mafên mirovan e.” (EMK/FD)