Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di ser girtina Osman Kavala, karsaz û mafparêz û Serokê Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê re salek derbas bûye. Ji ber vê rewşê, İlkan Koyuncu, Deniz Tolga Ayturk û Koksal Bayraktar, parêzerên Osman Kavalayî li Taksim Hill Otelê civîneke çapemeniyê hat çêkirin.
Di serê civînê de, nameya Kavalayî hat xwendin ku ji Girtîgeha Silivriyê şandiye. Kavalayî bi kurtasî wiha gotiye:
“Salek bihurî ji îkameta min a li Silivriyê. Ez bawer dikim, kesên min bi jêxistina sîstema destûrî û hikûmetê tohmet dikin, her roja diçe bêhtir fam dikin ku pêwendiya min bi van sûcan re nîne. Lê ev pêvajoya hînbûnê bi şertê azadiya min pêş diçe. Ez dixwazim demildest bigihêm azadiya xwe û malbata xwe.
“Ji bilî hiqûqê ti bendewariyên me tune ye”
Paşê derbarê pêvajoyê de parêzeran hin agahî belav kirin. İlkan Koyuncu, parêzerê Kavalayî axivî û got, beriya niha wan mesafe xistiye navbera xwe û çapemeniyê lê di vê pêvajoyê de hewcedarî bi agahdarkirinê çêbûye. Koyuncu diyar kir ku ji bilî hiqûqê ti bendewariyên wan tune ye.
Parêzer Denîz Tolga Ayturkî diyar kir ku biryara nepenîtiyê li dosyayê heye, ew hêvî dikin ku dema hiqûq asayî bibe wê pirsgirêk çareser bibin.
Parêzer Koksal Bayraktarî jî diyar kir ku Kavala nekare mafê xwe yê dadkirina adil bi kar bîne û ew bi awayekî bê hiqûqî ji azadiya xwe tê mehrûmkirin.
Hin detayên ji civînê…
Çigdem Materê civîn bi rê ve bir. Rojnameger Kadri Gursel, Aydin Engin, Umit Kivanç, Oya Baydar, Yetvart Danzikyan, mafparêz Nimet Tanrikulu, Celalettin Can û Gulten Kaya beşdarî civînê bûn.
Gelek nûnerên çapemeniya biyanî civîn şopandin.
Li salonê afîşa “Azadî ji bo Osman Kavalayî” hatibû darkirin.
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke "Sorosê Tirkiyeyê" bi nav kiribû.
Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Osman Kavala kî ye?
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. (EMK/FD)