Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 16 saliya xwe de, dema lîse dixwend, wê û xortekî ji hev kez kir. Piştî zanîngeh qediya, biryar dane ku bizewicin. Evîna wan bi daweteke biîhtîşam bi dawî bûye.
Dema ducanî bûye rastî tundkariya hevjînê xwe hatiye. Jê heye ku wê tenê carekê tundî lê bê kirin. Lê rewş neguherî ye. Tundkarî bi awayekî sîstematîk berdewam kiriye. Xwestiye ji hevjinê xwe veqete lê ne malbata wê ne jî malbata hevjînê wê nehiştiye.
Bêyî agahiya malbatên xwe veqetiyan e. Rojekê mêrik, bi şev bi devançeyê girtiye ser mala wan ku tevlî zarokê xwe li wir diman. Jê re gotiye, “Ez ê te bikujim”. Jin ji bo xwe biparêze mêrik kuştiye.
Nêzîkî sê salan girtî maye. Piştevaniya ku jin dikin nas kiriye. Niha ji bo jinên din dibêje “li hemberî tundkariyê bêdeng nemînin”. Her weha ji bo jiyaneke nû ava bike têdikoşe.
“Pirs derbarê mêran de di serê min de çêdibin”
Navê wê Name Ozturk e.
“Dema pêşiyê ku tundî li min hate kirin, heke ez ne destgirtî bûma ez ê jê veqetiyam e.
“Pêvajoya ducanîbûna min ewqas xirab bû, ez difikirîm ku careke din ducanî nabim. Ez gelek hez ji zarokan dikim lê ez ti carî nefikirîm ku zarokan bînim. Ji ber tundkariyê ducanîbûna min gelekî zehmet derbas bû. Hindik mabû zarok ji ber min biçe”.
“Pirs derbarê mêran de di serê min de çêdibin. Nêrîna wan a siyasî ferq nake, ez nikarim navekî lê bikim. Lê meyla hemûyan jî heye ku tundkariyê bikin. Meyleke mezin bi wan re heye ku zor û zextê li jinan bikin. Ferq nake ku xwedî kîjan nêrînê bin. Rastgir, çepgir, mihafezekar hemû jî tundkariyê dikin. Ez vê ji hevalên min ên girtîgehê dizanim.”
“Ez li bendê bûm ku min bikuje”
Ozturk got ku dema bûyerê nayê bira wî:
“Weke şerê di navbera du kesan de bû. Ji bo jiyanê yek bimira yekî jî bikuşta. Ji ber tundkariya li ser min min gelekî dixwest ez bimirim. Lê dema hûn bi mirinê re rû bi rû dimînin hûn dixwazin bijîn. Wê şevê bi çekê hatibu. Digot, ez ê te bikujim. Me kire xirecir, çek ji destan ket.
“Min nedixwest encam wiha be. Xwezî me bi başî dest ji hev berda. Di vê encamê de malbata min û ya wî gelekî sûcdar in. Ez li ber çavên wan li bendî mirina xwe bûm.
“Dizanîbûn ku çek li ser wî heye û meyla wî ya kuştinê heye. Min rojekê ji xezûrê xwe re got, ‘wê min bikuje’. Ji min re got, “sebir bike, çarenûs e”. Kesê ku ew gotin ji min re got, îro bûye dijminê min. Heke ku wê rojê ez bihatama kuştin wê ew çarenûsa min bûya. Lê ya ku mir ne ez bûm.” (EMK/FD)