Heke Amerîka vîzeyê nede Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf û heyeta bi wî ra wê nikaribin beşdarî civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibin
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê daxuyand Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf û heyeta bi wî ra ji bo ku beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yên duh dest pê kirin û di 30yê Îlonê da dawî bibin serî vîzeya Amerîkayê dan, lê Amerîkayê hê vîze nedaye wan.
Hat gotin Zerîf roja înê, Ruhanî jî roja duşemê dibe ku herin New Yorkê, lê heke di mijara vîzeyê da gaveke erênî çênebe ew ê beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê nebin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di meha tebaxê da navê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf ji ber ku ew li ser navê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney dixebite hildabû lîsteya mueyîdeyê.
Li gor mueyîdeyan ew nikare bê Amerîkayê, welatiyên Amerîkayê nikarin bi wî ra bazirganiyê bikin.
Ji hêla din Amerîka mecbur e vîzeyê bide dîplomatên ku wê beşdarî civînên NYyê bibin.
(MB)
Çavkanî: Türkan Tosun | Ajansa Anadoluyê