Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Almanyayê eşkere kir ku dibe ew ji Încîrlîkê hêzên xwe bibin, wezîrê karên derve Mevlûd Çavûşoglûyî got “ew bi keyfa xwe ne, em ê hêvî û lawa nekin. Heke ew bixwazin biçin em ê bêjinê bixêr biçî.”
Çavûşoglû ji NTVyê re axiviye û gotiye:
“Bêrêzî ye ku wezîrê karên derve yê Almanyayê daxuyaniyeka bi vî rengî daye. Ew tiştên cida ji min re dibêje paşê li ber civakê ji bo popûlîzmê hin tiştên dî dibêje.
“Almanya dibêje ew çi bixwaze dê li Tirkiyeyê bike lê Tirkiye dê ti neke. Em ji wan re dibêjin Tirkiyeyeka bi wî rengî nîne.
“Divê pêşiyê Almanya xwe serast bike.
YPG
“Em ji serî ve dibêjin ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê divê hûn bi komên rast re kar bikin.
“Em naçin wî cihî ku YPG li wê derê ye.
“Serokkomarî bi zelalî got ku em ê li dijî YPGyê têbikoşin.
“Me diyar kir ku YPG ne ji bo rizgarkirina bajarî diçe Reqqayê, em ji bo paşê welatekê çêbike diçe wê derê. “
(YY/MB)