e-fanzîna bi navê Sînemaya Serbixwe, bi hejmara xwe ya yekê dest bi weşanê kiriye. Di hejmara yekê de nivîsên li ser sînemaya kurdî û ya cîhanê, pirtûkên derbarê sînemayê û hin zanyariyên din hatine weşandin.
e-fanzîna ku ji 18 rûpelan pêk hatiye di hejmara xwe ya yekê de behsa pirtûka Mizgîn Mujde Arslanê dike ku navê wê “Bêwelatî, Sînor û Mirin” e. Pirtûk bi tirkî hatiye weşandin û tê de nirxandinên li ser sînemaya kurdî hene. Edîtor û berpirsê e-fanzînê Rûmet Med Kayayî ev nivîs amade kiriye.
Dîsa Mela Mihyedîn bi navê “Efsaneya Selkiyan û filmê Ondîne” nivîsek nivîsandiye û behsa selkiyan dike ku di mîtolojiya îskoç, îrlandî û skandinavyan de lehengekî behrî ye.
Her weha yek du nivisên din jî derbarê sînemayê de hatine weşandin.
Amadekarên e-fanzînê bi vê nivîsa “Ji Edîtorê” behsa armanc û hedefên xwe kirine:
Ji Edîtor | |
Sînema ji bo kesên ku derd û gotinên wan hene amûr û derfeteke gelek mezin e. Di nav dîroka sînemayê de gelek derhêner û sînemavanên bîrawer derketin, hest û ramanên xwe anîn zimanê. Di geşedan û girseyîbûna sînemayê de; gelek rêbazên ên hunerî, rastibîniya civakî, heyamî û serbixwe |
(FD)