Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanî (WWF) “kampanyaya xwedîderketinê” ya zindêwerîn ku cinsê wan li ber tunebûnê ye bi rê ve dibe.
WWFyê bi slogana “Li gorî rewşa qeşayî ango sîpanê wê diyar bibe ku wê hirçên qudbê, zindîwerên bihişmet ên bakur bijîn an an” bang li raya giştî dike û wiha berdewam dike: “Lê hemû daneyên di demên dawiyê de derketine holê, dide xuyakirin ku qeşayiyên li Qutba Bakur bi lezeke metirsîdar dihelin.”
“Divê bilez li ser vê pirsgirêkê bisekinin”
“Ev pirsgirêkeke wisa ye ku divê bilez li ser bisekinin, ji ber ku jiyana hirçên qudbê û ya cinsên din ên li vê herêmê di bin xetereyê de ne. Hûn jî dikarin piştgiriyê bidin xebatên ku WWF ji bo hirçên qudbû û jîngehên wan biparêze.
“Di rojên taybet ên weke Roja Bavan, Roja Jidayikbûnê, Pîrozbahiya ji bo karê nû, Roja Evîndaran, Roja Dayiken de bi xwedîderketina li hirçeke qudbê ji bo xwe yan jî ji bo hezkiriyên xwe, hûn jî dikarin piştgiriyê bidin kampanyayên WWFyê yên derheqê hirçên qudbê û zindîwerên din ên ku cinsê wan di bin xetereya tinebûnê de ne”. (PT/FD)