Hejmara sêyemîn a kovara muzîka kurdî Ziryabê û albûma ‘Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê’ derket. Di bergê hejmara nû de Inti Illimanî û dirûşma ‘huner encama gelek ceribandin û zanînê ye’ heye.
Di hejmara sêyemîn de, tevî du komên cîhanî yên muzîkê Inti Illimani û Orphaned Land re bi Mehmet Bayrak, Ganî Nar, Diana Wekil, Maviş Guneşer, Xoşnav Têlo, Dogan Çelik, Ertan Tekin, Guven Erkin Erkal, Yunus Dişkaya, Olgun Eren, Stêrka Karwan, Yeqîn, Xecê, Çiya û Akademiya Ma Muzîk re hevpeyvîn hatine kirin.
Di vê hejmara sêyemîn Besime Şen, Îbrahîm Sarisu, Seyda Goyan, Ardî Zêdo, Erdem Şalva, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn, Welat Ramînazad û Twana Hama bi nivîsên xwe cî digirin. Xebatkarên kovarê di vê hejmarê de bi defjen Hejar Zehavî û hunermendê ku zêdetir bi dudukê tê naskirin Ertan Tekin re derbarê jîyana hunerî, enstruman û şêweyê ezivandinê peyivîne.
Dosyeya Rêncber Ezîz
Di hejmara nû de di edîtorîya Şadê Agon, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn û Welat Ramînazad derbarê Rêncber Ezîz de bi zaravayê dimilkî dosyeyeke berfireh amade kirine. Ji bilî dosyaya Rêncber Ezîz e. Her wiha bi Mavîş Guneşer û Dogan Çelik re jî bi dimilkî hevpeyîn hatine çêkirin.
Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê
Kovar bi hejmara nû re albûma Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê wekî dîyarî dide ku albûm encama pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê ye. Kovara Ziryabê piştî hejmara duyemîn pêşbirkeke muzîkê li dar xistibû û encamên wê di hejmara duyemîn de ragihandibûn. Di wê hejmarê de hatibû diyar kiribû ku ew dê ji nava serkeftiyên pêşbirkê re albûmekê çêbikin. Li gorî wê yekê her kesê serkeftî dê bi stranakê di albûmê de cî bigirte. Piştî xebata 3 mehan albûma Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê li pêşberî guhdaran e.
Albûm, ji 11 kesên cuda pêk tê ku gotin û muzîk ayîdî wan bi xwe ne. Aranjoriya du stranan Harûn Elkî kir. Stranek Erdem Altinses çêkir û yên mayî jî Gokçe Selim arjane kirin û bi vî awayî albûm temam bû. Albûma ku ji aliyê Ses Mediyayê ve hat belavkirin, bi vê hejmarê re wekî diyarî tê dayîn.
Kesên ku bi stranekê di albûmê de cî girtine ev in: Teşqele, Serdar Alaz, Nikwan Qaderî, Nadia Visser, Harun Ruzgar, Erdal Med, Ferit Sevim, Rizgar Akan, Vedat Taniş, Aziz Arslan û Omer Ayhan.
(MB)
Çavkanî: mevlutoguz.tumblr.com