Hejmara sêyem a kovara Bernamegehê derketiye ku bi awayê dijîtal weşana xwe dike.
Di vê hejmara kovarê de gelek çîrok, gotar û helbest hatine weşandin ku serborî û çavdêriyên Helîm Yûsivî yek ji wan e. Yûsiv behsa serboriyeke xwe dike ku di dema destpêka şerê Suriyeyê de bûye û wî wê demê karê rojnamegeriyê dikir.
Nivîsa Occo Mahabadî ya bi navê “Destana Rizgan û Nûrê”, ya Seîd Verojî ya derbarê jiyana Zeynelabidîn Îrfanî, Sekreterê Dawî yê Cemîyeta Tealiya Kurdistanê, nivîsa Siraç Oguzî ya behsa dewr û jiyana Îdrîsê Bêdlisî dike çend nivîs in ku di vê hejmarê de hatine weşandin. (FD)
*Ji bo xwendin û daxistina kovarê bitikîne