Li dijî xebatkarên çapemeniya azad vê sibê li Stenbol û Enqereyê operasyonên desteserkirinê pêk hat.
Li Enqereyê di serdegirtina malê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan hat desteserkirin.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgin û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşim Alici, Beste Argat Balci û Şirin Ermîş hatin desteserkirin. Rojnameger Erdogan Alayûmat jî hat desteserkirin.
Nûçegîhanê berê yê Ajansa Mezopotamyayê Dogan Kaynak jî li Rihayê di serdegirtina malê de hat desteserkirin.
MAyê ragihand ku du jê rojnameger derbarê sê kesan de biryara desteserkirinê heye.
Her wiha di saetên şevê de li Belçîkayê polîsan bi ser stûdyoyên Sterk TV û Medya Haber TVyê de girtin.
Polîsên Belçîkayê studyoyên nûçeyan dorpêç kirin û nehiştin xebatkarên televîzyonê bikevin hundir.
(AD/AY)