Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Eskîşehîrê ve hat destpêkirin de hejmara rojnamegerên hatin desteserkirin zêde bû. Herî dawî rojnamevana serbixwe Havîn Derya li Antalyayê hat desteserkirin.
Rojnamegerên li Stenbolê hatin desteserkirin duh êvarê birin Eskîşehîrê. Rojnameger bi wesayîta desteserkirinê hatin şandin. Rojnameger heşt saet di rê de bûn. Rojnameger di rê de ji xeynî pêdiviyên pêwîst bi kelemçekirî bûne. Polîsan destûr neda ku rojnameger di rê de bi hev re biaxivin. Serdozgeriyê îro danê sibê dema desteserkirinê rojekê dirêj kir.
Rojnamegerên li Amedê hatin desteserkirin sewqî Eskîşehîrê nehatin kirin, tê payîn ku îro îfadeya wan bê girtin.
Ji bo Tûgçe Yilmazê îtîraz hat kirin
Parêzerên bianetê îro jî hewl dan ji bo nûçegihan Tûgçe Yilmazê îtiraz bikin. Parêzer Denîz Yazgan Şenayê di îtiraza xwe de diyar kir ku ji ber nepeniya lêpirsînê nikarin xwe bigihînin naveroka dosyayê û ji ber vê yekê jî hiqûqîbûna biryara desteserkirin û zeftkirinê bi nakok e.
Polîsan nûçegîhana bianetê Tugçe Yilmaz desteserkirin û wê bişînin Eskîşehîrê
Îtiraza ji bo Alayumat di nava 3 saetan de hat redkirin
Duh Komeleya Xebatên Hiqûqê ya Medyayê (MLSA) hem li dijî biryara desteserkirinê hem jî biryara astengkirinê ya di dosyaya lêpirsînê de ji bo rojnameger Erdogan Alayumat îtîraz kirin. Parêzeriya Alayumat MLSA dike.
MLSAyê diyar kir ku ev yek ne hiqûqî ye, mafê parastinê hatiye astengkirin û mafê darizandina adil hatiye binpêkirin. 2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Eskîşehîrê heman rojê îtîraz red kir. Dadgehê îdia kir ku biryara desteserkirinê bi rohmeta "endamtiya rêxistinê" hatiye dayîn û ji bo lêpirsînê ev tedbîr mecbûrî ye.
Rojnamegerên hatin desteserkirin wiha ne:
Tugce Yilmaz, Roza Metîna, Erdogan Alayumat, Bîlge Aksu, Ahmet Sumbul, Bîlal Seçkîn, Mehmet Ûcar, Havîn Derya û Suzan Demîr.
Her wiha derhêner Ardin Dîren, helbestvan Hicrî Îzgören, nivîskar/werger Omer Barasi, karîkaturîst Dogan Guzel, hunermendê fotografan Emrah Kelekçier, koordînatorê weşanê Baver Yoldaş, akademîsyen Abdurrahman Aydin, aktîvîsta LGBTI+yan Berfîn Atlî û Serap Guneş jî di nav kesên hatine desteser kirin de ne.
(HA/AY)