Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) îro îstatîstîkên hêza kar eşkere kir. Li gorî daneyên hatine aşkerekirin, hejmara bêkaran di meha Îlonê de li gorî meha borî 35 hezar kes zêde bûye û bûye 3 milyon û 100 hezar kes.
Rêjeya bêkariyê jî neguheriye û ji sedî 8,6 e. Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 6,7 e û ji bo jinan jî ji sedî 12,3 e.
TUÎKê di meha îlonê de hejmara karkerên hatine îstîhdam kirin weke 32 mîlyon û 823 hezar kes û hêza kar jî weke 35 milyon û 923 hezar kes hesab kir.
Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 17 e
Di meha navborî de rêjeya bêkariyê di nav ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24 salî de ne li gorî meha borî 0,3 puan zêde bûye û derket ji sedî 17,1ê. TUÎKê rêjeya bêkariyê ya di vê koma temenî de ji bo mêran ji sedî 13,5 û ji bo jinan jî ji sedî 24 hesap kir.
Hejmara bêkaran a berfirehkirî ji 9 mîlyonî zêdetir e
Lêbelê daneyên bêkariyê yên ji aliyê TUÎKê ve hatine eşkerekirin bi awayê sînordarkirî ye. Rêjeya berfirehkirî jî sedî 25,6 e. Daneyên bêkariyê yên rastî ku bi dabeşkirina hêza kar li ser vê rêjeyê hatine bidestxistin, 9 milyon û 258 hezar kes e.
(HA/AY)