Piraniya Durziyan li Siwêdayê dijîn û bajareke li başûrê Sûriyeyê ye. Tevî agirbestê dorpêça li ser Siwêdayê didome. Di êrişên meha Tîrmehê de gelek kes hatibû kuştin û di encama xebatên tespîtkirina nasnameya qurbaniyan de hejmara miriyan her ku diçe zêdetir dibe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku nasnameya 116 kesên din ên ku hatine kuştin diyar bû.
Li gorî SOHRê, ev kesana di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên girêdayî Wezaretên Parastinê, Wezareta Naxweyî û hêzên eşîran ve hatine kuştin.

Dİ 8 ROJAN DE HERÎ KÊM 1120 KES MİRİN
SOHR: Li Siwêdayê agirbest ket meriyetê
SOHRê diyar kir ku hejmara kesên ku hatine înfazkirin gihîştiye 670an û di nav vê hejmarê de jin, zarok û xebatkarên tenduristiyê jî hene.
SOHRê ragihand ku ji 13ê Tîrmehê heta niha ji ber şer, înfazkirin û bombebaranên Îsraîlê hejmara miriyan gihîştiye 1895an.

Hêzên Sûriyeyê li Siwêdayê qetlîam pêk anîn
Dabeşkirina qurbaniyan wiha ye:
- 725 kes (jê 21 zarok, 167 sivîl) li bajarê Siwêdayê mirine.
- 477 kes (40 endamên eşîrên Bedewî, 1 endamek çekdar ê Lubnanî) serbi hêzên Wezareta Parastinê û Rêveberiya Ewlekariya Giştî ne
- 15 kes, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de hatine kuştin ku hêzên serbi Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxweyî ne,
- 3 kes di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de ya li dijî avahiya Serfermandariya Giştî li Şamê de hatin kuştin,
- 2 rojnamevan dema ku pevçûnên li Siwêdayê dişopand hat kuştin,
- 3 kes, endamên eşîreke bedewî bû ku ji aliyê komên çekdar ên Durzî ve hatin înfazkirin.
- 670 kes (20 karmendên tenduristiyê, 15 zarok) di înfazên meydanî de ji aliyê yekîneyên girêdayî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxweyî ve hatin kuştin.

Eş-Şera: Me ewlekariya Siwêdayê radestî komên herêmî û rêberên olî kir
(VC/AY)
