Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pengûenên Afrîkayê ku jîngeha wan a xwezayî peravên başûrê Afrîkayê ye, di lîsteya sor a ajalên di bin xetereya tunebûnê de ya Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) de cih digirin.
Tevî hewildanên xwebexşan, penguenên Afrîkayê yan dimirin an jî neçar in ku cîh û warên xwe biterikînin. Sedemê vê jî faktorên mirovî yên wekî masîgiriya pîşeyî, lêbarkirina sotemenî û dengê keştiyan e.
Li grava St. Croix a Bendava Algoayê hejmara pengûenên Afrîkayê ji ber lêbarkirinên sotemeniyan ji sala 2016an heta niha ku hejmara pengûenan 8 hezar 500 bûye û ji sedî 85 rêjeya hejmara pengûenan kêm bûye û bûye hezar û 200.
Rewşa giştî li Afrîkaya Başûr
Di destpêka sedsala 20an de, li Afrîkaya Başûr bi mîlyonan penguîn hebûn. Daneyên 2021ê destnîşan dikin ku tenê 10,000 cotên dikare neslê xwe bidomînin li Afrîkaya Başûr mane.
Heta 20 sal berê, 20 hezar cot pengûen li giravek li herêmê dijiyan.
Dîrektora Lêkolîna Weqfa Parastina Çûkên Peravên Afrîkaya Başûr (SANCCOB), Dr. Katta Ludynia gotiye, "Ev kêmbûn ew qas dramatîk e ku modelên ku li destê me de hene nîşan dide ku ev celeb dikare di çend dehsalan de tune bibe."
*Çavkanî: Reûters, Ajansa Anadolû
(AY)