Hejmara 5an a e-kovara sînemayê ya bi navê Temaşe derketiye. Kovara ku li ser înternetê bi awayê PDF tê weşandin di vê hejmarê de jî nivîsên li ser sînemaya kurdî û ya cîhanî weşandine.
Di vê hejmara nû ya Temaşeyê de, hevpeyvîneke ku bi sînemager Soleen Yûsefê hatiye kirin, hatiye weşandin. Yûsefê li ser jiyana xwe, fîlmê xwe yê “Mala Bêbanî” û li ser projeyên xwe yên siberojê axiviye.
Di vê hejmarê de her weha Benazîr Ozmenê kitêba “Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweke Bêdewlet) ya Soner Sertî û “Gemideki Hayalet” (Spêleyê di Keştiyê de) ya Sebahattin Şenî daye ber hev. Bîlal Korkûtî bala xwe daye nêrîneke femînîst ya fîlmê Hiner Selîmî yê bi navê “Welatê Min ê Tehl û Şêrîn”.
Nûrûllah Akcanî bi serenavê “Henaseyek Nû: Sînema li Rojavayê Kurdistanê” nivîsek li ser xebatên Rojavayê nivisiye. Rojen Hêvî bi serenavê “Sînema û Mîtolojîyê” eleqeya avabûna senaryoyê û çîroka mîtosan şîrove kirîye. Mela Mihyedînî li ser rêzefîlmê “Modern Loveê” şîroveyek nivîsandiye. Omer Bextîyarî behsa fîlmê “Bêdawîtî û Rojek” yê derhêner Theodoros Angelopoulosî kiriye .
Her weha Bûrcû Roza Allahverdiyê li ser sînemaya Tarkoskyî, Rûmet Medî li ser François Truffautî û Mehmûd Beytoyî jî li ser xêzefîlmekî nivîsên xwe nivîsîne.
Ji bo hejmara pêncan a kovarê bitikîne
(FD)