Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPNY) daneyên derbarê krîza penaberên ûkraynî de weşandiye. Krîza navborî piştî ku Rûsyayê de 24ê Sibatê de êrîş biribû ser Ûkraynayê destpê kiribû.
Li gorî daxuyaniyê, di navbera 24ê Sibat û 9ê Nîsanê de ji Ûkraynayê 4 mîlyon û 503 hezar û 954 kesî koç kiriye. Piraniya van kesan çûne Polonyayê. Hejmara Ûkraynayê 41 milyon e.
Hejmara ûkrayniyên ku çûne welatên cîran:
- Polonya - 2 mîlyon û 593 hezar û 902
- Romanya - 686 hezar û 232
- Macaristan - 419 hezar û 101
- Moldova - 410 hezar û 882
- Rûsya - 404 hezar û 418
- Slovakya - 314 hezar û 485
- Belarûs - 19 hezar û 96
- Ji herêmên Donetsk û Luhanskê jî 113 hezar hezar di navbera 21 û 23yê Sibatê de çûne Rûsyayê.
7,1 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne
Li gorî zanyariyan ûkrayniyên ku çûne welatên cîran, ji van deran jî derbasî welatên Ewropayê bûne.
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî ya NYyê (IOM) diyar kiribû ku di nava Ûkraynayê de 7 milyon û 100 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûne.
Kêmanî hezar û 793 sivîl mirine
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê de hatiye diyarkirin ku di navbera 24ê Sibat û 9ê Nîsanê de ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê kêmanî hezar û 793 sivîl mirine û 2 hezar û 439 sivîl jî birîndar bûne.
Her weha hatiye diyarkirin ku hejmara sivîlên mirî û birîndar ji van gelekî zêdetir e.
(TP/FD)