Hejmara nû ya kovara Jineolojiyê derketiye. Ji ber erdhejên Mereşê, lijneya weşanê biryar daye ku ev hejmar bi awayekî dijîtal wê bê weşandin. Di hejmara nû de mijara dosyayê “Birêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî” ye.
Koma lijneya weşanê wiha gotiye:
“Em hemû kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re nîşan didin. Em soz didin ku dê birînên xwe bi hev re derman bikin.”
“Di van rojên ku em 8ê Adarê li pey xwe dihêlin de, bi hêviya ku têkoşîna jinan a roj bi roj mezin dibe dide hemû cîhanê, hemû jinên bi baweriyeke mezin têdikoşin silav dikin û hêvî dikin ku 8’ê Adara îsal bibe wesîleya azadiyê.”
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin hejmara dawî ya kovarê: