Hejmara 88an a kovara Bîrnebûnê derket. Kovara Bîrnebûn 27 sal in weşanê dike û nivîsên derbarê dêrok, çand û hunera Kurdên Anatolyaya Navîn de diweşîne.
Kovar her ji çar mehan carekê tê weşandin û gotar, hevpeyvîn, çîrok û helbest tê de cih digirin.
Di hejmara 88an de nivîsên hatine weşandin ev in:
Ji bîrnebûnê, Alî Çîftçî
Rêwîyê Helbestan; Mem Xelîkan, Memduh Selim
Di rojên îmzeyê da eleqeyên baş hebûn, Adem Özgür
Qamyona Îzzet, Mem Xelikan
Medyaya civakî û diyasporaya kurdî, Prof. Dr. Haci Akman
Hewî, Bêrîvan Xizêmzêr
Çend kilamên dila ji gundê Mikaîla, Dr. Mikaîlî
Huner, Muzaffer Özgür
Ken, Rojvan Enes
Bayê vejînê, Xizan Şîlan
Maf û Axa, Newal Iskan
Koçberî û bêwelatî: Di navbera du welatan da kurik bûn, Adem Özgür
Romanek ji edebîyata kurdên Anatoliyê, Rohat Alakom
Henek, Seyfi Doğan
99 gotinên Albert Einstein, Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Qerfo, Seyfi Doğan
Quto, Seyfi Doğan
Helbest, Seyfi Doğan
Sirî zivîrok, Bilal Celepli
Kurdistana bê nasname, Mehtab Îdelî
Bê(sedem) kurteyeka wêjeyî ya derûnîya hezkirinê, Mistoyê Heco
Derbarê Kovara Bîrnebûnê de
Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatolyayê, li Almanyayê di Newroza 1997an de hejmara yekem a Bîrnebûnê derxist.
Kovarê ji hejmara duyemîn bi şunda di bin Weşanxaneya Apecê li Swêdê dest bi weşanê kir.
Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha derbarê kurdên Anatolyayê de gelek çavkanî weşandin. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatolyayê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguhestina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne.
Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatolyayê cîh digrin. (FD)