Flashhilat kovareka bi şêweyê fanzînî ye ku mehane li ser mijarên bi wênegirîyê ve girêdayî weşanê dike. Di jimara nû ya kovara fanzîn de, nivîskar, helbestkar û lêkolîneran jî li ser wêneyan nivîsîye.
Li gor danasîna edîtoriya kovarê ji bianetê re şandî:
Di hejmara Nîsanê de, ku hejmara sisêyan e, Înanolo li ser ‘’wêneyên wenda’’ yên Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsîye.
Rohat Alakom, derbarê wêneyekî Hîdayet Xanim a dîya Hale Anter, Berken Bereh li ser wênekarîya xwe û Jan Dost jî bi fotografê dîtina Kobanîyê piştî bîst salan reng û deng dane fanzînê.
Di fanzînê de herwiha kevnefotoyekî Margaret Cameron hatiye weşandin. Li berga paşî ya fanzînê fotografê pêşî yê Çalê Reş hatiye danîn.
‘’Fanzîna ji fotografîyê dinizile’’
Naveroka fanzîna ku bi edîtorîya Omer Faruk Baran derdikeve wiha ye:
Înanolo - Wêneyên Wenda yên Mîr Celadetî
Rohat Alakom - Bêqusiriya Fîdaneke Sîmetrîk
Berken Bereh - ‘Eyna Jîyanê
Jan Dost - Salûsînorên Dil
Hêjayî bîrxistinê ye, flashhilat, ku bi mottoya wê ‘’fanzîna ji fotografîyê dinizile’’, taybet li ser fotografîyê derdikeve û heqê telîfê jî dide nivîskaren xwe.
(MB)