Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Trêna ku di navbera Edirne û Stenbolê de hatûçûn dikir, ji rê derketiye. Di encama qezayê de heta niha 24 kes mirine, 338 kes jî birîndar bûne.
Di trênê de 362 rêwî û 6 jî karker hebûne.
Trêna bi hejmar 12703yê ya ku ji navçeya Ûzûnkopruyê ya Edirneyê ber bi Stenbolê ve diçû, duh (8ê Tîrmehê) saet li derdora 17.00ê ji rê derketiye.
Recep Akdag Alîkarê Serokwezîr, Ahmet Arslan Wezîrê Weguhestinê, Deryayî û Agahdariyê û Ahmet Demîrcan Wezîrê Tenduristiyê saet 07.00ê daxuyaniyek belav kirin.
Recep Akdag, Alîkarê Serokwezîr diyar kir ku duh saet 17.20ê de qeza çêbûye û piştî wê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine. Li gorî daxuyaniya Akdagî ev xebat îro saet 06.00ê qediyane.
Akdagî gotiye ku ji ber barana zêde axa bin rêya hesinî şemitiye û qeza bi vî awayî çêbûye. Akdagî di berdewamiya axavtina xwe de diyar kiriye ku 24 kes mirine, 338 kes jî birîndar bûne û 194 kesên birîndar li ser lingan hatine dermankirin û ji nexweşxaneyan hatine şandin.
Wezîrê Veguhastinê: Kontrolên rêyê di nîsanê hatibûn kirin
Ahmet Arslan, Wezîrê Weguhestinê, Deryayî û Agahdariyê jî ev zanyarî belav kiriye: “Helbet heke ku kêmasî hebin wê derkevin holê lê divê ez vê bibêjim ku di projeyên bi vî awayî de kontrolên teknîkî yên geometrîk ên di hin salan de tên kirin hene. Ew kontrolên ku divê salê carekê bên kirin, herî dawî meha nîsanê çêbûne, di demeke nêzîk de bûne.” (EKN/FD)