Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê, Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê a ku duh êvarê li Avahiya Navendî ya Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) pêk hatiye têkildarî mirî û birîndarên erdhejan agahî parve kiriye.
Li gorî daneyên ku Serokomar Erdogan aşkere kiriye ku di erdhejên ku navenda wan Mereş bûye de heta niha 35 hezar û 418 kes mirine, 105 hezar û 505 kes birîndar bûne û ji wan 13 hezar û 208 kes jî li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Erdogan derbarê avahiyên ku xisar lê ketine de weha gotiye:
“Ji 19 hezarî zêdetir avahî hilweşiyan e û ji wan midaxeleya 15 hezarî bi dawî bûye.”
“Heta niha li 369 hezar avahî ango milyonek û 850 hezar xanî û kargeh ekîbên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hatine lêkolînkirin.”
Li gorî daneyên destpêkê hatiye tesbît kirin ku 47 hezar apartman ango 211 hezar xanî bi xisar in û divê bilez bên hilweşandin.(AS/AY)