Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Çawîşê pispor yê bi navê Ahmet Şahin ku di operasyona TSK/OSOyê de hate kuştin û cenazeyê wî îro şandin navçeya Çayê ya Afyonkarahisarê.
Ahmet Şahin duh sibê li Sûrî El Babê di encama êrişa DAIŞê ya bi wesayîta bomberbarkirî de hatibû kuştin. 13 leşkerên di wê êrişê de birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyên Dîlok û Kilisê tên dermankirin.
19 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin
Bi vî awayî hejmara leşkerên Tirkiyeyê ku li Sûriyê mirine derkete 19an.
Operasyona TSK/OSOyê ya li Sûriyê di 24ê Tebaxa 2016an de destpê kir.
Heta niha 19 leşkerên Tirkiyeyê di Sûriyê hatine kuştin.
(AS/YO)