Ji bo nûçeya Tirkî
Walîtiya Stenbolê di saet 13:00an de ragihand ku di encama êrişên ku duh li Balafirgeha Ataturkê pêk hat de 41 kesan canên xwe ji dest dane û 209 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku 109 kesan piştî li ser piyan hatine dermankirin, şandin malen wan û her wiha hat diyarkirin ku 3 êrişkarên xwekujî jî di wê êrişê de hatin kuştin.
Walîtyê ragihand ku ji kesên ku canên xwe ji dest dane 10 ji wan welatiyên biyanî ne û 3 jî welatiyên hevpar in û nasnameyên 37 kesan jî diyar bûne. Hat destnîşankirin ku cenazeye 19 kesan radestî malbatên wan hatin kirin.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên hukimetê 3 êrişkarên xwekujê piştî ku derdor gulebaran kirine, bombeyên ser xwe jî teqandine.
Di saet 02:00an de balafirgeh ji trafîka hewayê re vebû
Serokwezîr Bînali Yildirimî daxuyand ku îhtîmaleke zêde ye ku ew êrişana ji hêla DAIŞê ve hatine kirin û ragihand ku balafirgeh piştî saet 02:20an ji trafîka hewayê re hatiye vekirin.
Hat ragihandin ku Lijneya Radyo û Televizyonê jî li ser daxwaza serokwezîrtiyê ji saet 23:00an şûnde parvekirin û belavkirina hemû nûçeyên derbarê teqîna li Balafirgeha Ataturkê de qedexe kirine.
(ÇT/YO)