Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê Aleksandr Bastrikin ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa salona konserê ya li Moskowayê de mirine derket 139an ku 3 jê zarok in.
Bastrikîn di civîna çapemeniyê de ya ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê de amade bû, diyar kir ku êrîşkar di saet 19.58an de hatine salona konserê û di saet 20.11an da ji avahiyê derketin û got ku êrîşkarên ku hatin zeftkirin sûcên xwe qebûl kirin.
Bastrikin weha got, “Di encama êrîşê de 139 kesan jiyana xwe ji dest dan, îro nasnameya 75 kesan diyar bû. Di nava miriyan de 3 zarok hene. “Tespîtkirina nasnameya miriyan berdewam e.
Aleksandr Bastrikin diyar ku 182 kes birîndar bûne.
Di destpêka vê salê de li Stenbolê bûn
Diyar bûye ku ji êrîşkaran 2 di destpêka salê de demeke kurt li Stenbolê mane. Herdu êrişkar demek dirêj li Moskowê bûne.
Li gorî nûçeya AAyê, derbarê êrîşkarên Tacîkistanî de tu qeyda lêgerînê tune bûye û bi pasaportên xwe di navbera Tirkiye û Rûsyayê da çûne û hatine.
Yek ji êrîşkaran Şemsidîn Ferîdûnî di 20ê Sibatê de ji Rûsyayê bi rêya hewayî derbasî Tirkiyê bûye, li Fatîh a Stenbolê li otelekê ma û di 2ê Adarê de jî ji Balafirgeha Stenbolê çûye Rûsyayê.
Êrîşkarê din Saidakram Rajabalizoda di 5ê Kanûna Paşiyê de hatiye Stenbolê, demekê li otêlek Fatîhê de maye û piştre bi heman balafirê bi Ferîdûnî re vegeriyane Moskowê.
Ferîdûnî di îfadeya xwe de got ku ji ber dema vîzeya wî qediya çûye Tirkiyeyê.
Çi bûbû?
Li paytexta Rûsyayê Moskowê êvara 22ê Adarê li salona konserê ya Crocus City Hallê êrîşeke çekdarî hat kirin.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de xuya dibe ku êrîşkaran bi çekên otomotîk gule li salonê reşandine. Ji ber şewata li avahiya ku salona konserê lê bû banê salonê piştî demekê hilweşiya.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşê de 137 kes mirin û zêdetirî sed kes jî birîndar bûn.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku 4 kesên ku êrîş organîze kirine jî di nav de 11 kes dîl hatine zeftkirin.
DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe. Li aliyê din Ukrayna diyar kir ku ti têkiliya wan bi êrîşê re nîne.
(AS/AY)