Fotograf: AA
Hejmara kesên li Beyrûdê, ji ber teqînê mirine derketiye 177an.
Hamad Hesen, Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê daxuyanî daye televizyoneke herêmî û diyar kiriye ku hejmara kesên di teqîna li Bendera Bêrûdê da mirine derketiye 177an.
Hesenî destnîşan kiriye ku 30 kesên di teqînê da winda bûne û hê nehatin dîtin, dibe ku hejmara miriyan derkeve 200 kesî.
Derbarê belavkirina alîkariyan da agahî dane dîplomatên biyanî
Artêşa Libnanê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku piştî teqîna hefteya çûyî, derbarê mekanîzmaya belavkirina alîkariyan de agahî dane dîplomatên welatên biyanî.
Di daxuyaniyê da artêşê qala awayê belavkirinê kirişe, ew ê beriya belavkirina alîkariya tibî jî hewcedarên navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan tesbît bikin.
Dîsa di daxuyaniyê da hatiye gotin ku ew ê alîkariyê tibî bi kordinasyona Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastinê belav bikin, alîkariyên xurekê jî ew ê bi hevkariya artêşê û saziyên civaka sivîl werin belavkirin.
Çi bûbû?
Di 4ê Tebaxê de li Bendera Beyrûdê agir bi depoya hejmar 12an ketibû û paşê jî teqîneke mezin rû dabû. Wê teqînê bajar hejandibû.
Mîşel Ewn, Serokomarê Libnanê diyar kiribû ku di teqîna li Bendera Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrat teqiya ye. Li gorî gotina Ewnî ew teqemenî 6 sal in di depoyê de ye. (FD)