Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê têkildarî êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023an vir ve li Xezeyê pêk tîne daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Xezeyê 19 êrîş li dijî makên filistîniyan pêk anîne.
Hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Şerîeya Rojava 35 filistînî desteser kirin
24 Çile 2024
Wezaretê diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de mirine 183 kes lê zêde bû û derket 26 hezar û 83an, hejmara birîndaran jî 64 hezar û 487 e.
Abbas: Ji bo Xezeyê çareseriyeke leşkerî nîne
25 Çile 2024
Hate diyarkirin ku ji ber wêraniya di encama êrişan de hîn gelek kes di bin xirbeyan de ne û ji ber vê yekê tîmên berevaniya sivîl û tenduristiyê yên lezgîn ji bo xwe bigihînin wan kesan rastî zihmetiyan dibin.
(AS/AY)