Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Ji teşkîlata ewlehiyê hejmara kesên ku bi rêyaBiryarnameyên di Hikmê Qanûnan da (BHQ) piştî 17-25ê Çileya Pêşîn û 15ê Tîrmehê hatine îxrackirin nêzîkî 33 hezaran e.
Bi hildana kesên nû va me ev kêmasî tije kir û zêdehî çêbû. Niha hejmara xebatkarên me yên di ewlehiyê da xizmetê didin 306 hezar kes e."
Soylu beşdarî "Civîna Nirxandina Çavkaniyên Mirovî ya Di Veguhastina Rêvebiriya Ewlehiyê da Hewcedarî Pê Heye" da axivî û got piştî 15ê Tîrmehê wek gelek mijaran di mijara ewlehiyê da jî gavên cidî hatine avêtin, polîtîkayeke eşkere hatiye meşandin.
Wezîr Soylu got li aliyekî tehdîdên rêxistinên terorê yên wek PKK, FETO, DEAŞ û çepkir tên berterefkirin, li aliyê din jî asayişa li bajaran tê şopandin, li dijî sûcên sîber, koçberiya bêdestûr têkoşîn tê dayîn.
"Hejmara kesên bi rêya BHQyê ji ewlehiyê hatine îxrackirin 33 hezar e"
Soylu behsa hejmara xebatkarên ewlehiyê yên bi biryarnameya hukmê qanûnê (BHQ) va hatine îxrackirin kir û wiha got: "Ji teşkîlata ewlehiyê hejmara kesên ku bi rêya BHQyê piştî 17-25ê Çileya Pêşîn û 15ê Tîrmehê hatine îxrackirin nêzîkî 33 hezaran e. Bi hildana kesên nû va me ev kêmasî tije kir û zêdehî çêbû. Niha hejmara xebatkarên me yên di ewlehiyê da xizmetê didin 306 hezar kes e. Ev hejmareke girîng e."
"Hejmara bekçiyên me 21 hezar û 300 e"
Der barê xebatên personelên ewlehiyê da Soylu got ji sala 2016an vir va 19 hezar û 600 bekçî hatine wezîfedarkirin û pê da çû: "Yên berê jî di nav da hejmara bekçiyên me 21 hezar û 300 e. 8 hezar û 242 hevalên me yên din jî wê bên wezîfedarkirin. Bi saya vê emê bigîhîjin 30 hezarî."
Soylu got bi saya wezîfedarkirina bekçiyan diziya di malan da tên kirin pir kêm bûye û wiha agahî da: "Diziya ji malan li Stenbolê ji sedî 38, li Enqereyê ji sedî 79, li Îzmirê jî ji sedî 56 kêmasî çêbûye."
(MB)
*Çavkanî: AA