Flashhilat fanzîneka mehane ye ku li ser fotografîyê wêne û nivîsan diweşîne. Edîtorê fanzînê Omer Faruk Baran e.
Di hejmara heştan de, Ziya Şeker bi Kurmancîya Qirşehîrê gotin biriye ser fotografekî xaltîya xwe.
Mem Al, bi fotografekî çargoşe behsa xatirxwestinekê dike.
Fatîh Aydin, beşeke din a ‘’Kurtedîroka Fotografîyê’’ ya Walter Benjamin ji Almanî wergerandiye.
Helbest Çetîn bi fotografekî bi navê ‘’Banga Bêdeng’’, tarîyekê dide ser ronahîya Qerecdaxê.
Di kevnefotoyê de sê fotografên Robert Capa hene.
Li berga paşî, Rewşen Ercanê bal kişandiye ser ‘’penaberên ezmana.’’
(MB)
Çavkanî: Flashhilat
Wêne: Murat Bayram / bianet