Girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 1an tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirine, ragihandine ku 10 girtiyên di 8ê Tebaxê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn di roja 9emîn de berdewam dikin.
Hatiye ragihandin ku duh 10 girtiyên din jî tev li greve bûne. Girtiyan diyar kiribû ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin.
Girtiyan destnîşan kirine ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê nêzîkatiyên dozger û midurê girtîgehê û binpêkirina mafên wan e.
Girtiyên ku di grevê de ne ev in:
Navên girtiyên di 8ê Tebaxê de dest b çalakiyê kirine wiha ne:
Îdrîs Dûrûk, Emîn Çetîndaş, Omer Aslan, Sûat Berlik, Selamî Çîftçî, Mazlum Dogan Taniş, Şervan Muhammed, Emîn Korkmaz, Lokman Ayebe û Abdûlselam Demîr.
Navên girtiyên di 15ê Tebaxê de tevli greve bûne wiha ne:
Keleş Celal, Ogûr Faîkoglû, Mustafa Muslum, Haşim Arslan, Cuma Îbrahîm, Kenan Dogan, Mahmut Tutal, Ferît Ak û Abdulkadûr Bûdak.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê