Hejmara duyem a kovara Ziryabê ya mûzîkê derketiye. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye.
Li gor danasîna kovarê:
Di hehejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaşê re hevpeyvîn hatine kirin.
Bixwîne - Kovara mûzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kiriye
Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.
Di kovarê de ji bilî hevpeyvînan gotar, danasîn, portre, nûçeyên muzîkê, albûmên bijarte û playlîst hene.
Bixwîne - Kovara Ziryab wê pêşbirka muzîkê çêbike
Hêjayî gotinê ye ku desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harûn Elkî, Ozan Irmak û Yûnis Das pêk tê û edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz dike.
(MB)
Çavkanî û wêne: Ziryab